Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona Bagera Cizîrê ya HSD'ê Ket Xonaxa Dawî


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi hevrêzîya ligel artêşa Îraqê û bi piştevanîya Koalîsyona Navneteweyî operasyona Bagera Cizîrê berdewam dike.

Di operasyonê de pêşketinên girîng hatine destxistin, şervanên HSD’ê giheştin leşkerên artêşa Îraqê û li ser sînor xalên hevbeş hatine çêkirin.

Hêzên HSD’ê herwiha herêma Dişêşe û bajarokê Hecîn ji sê alîyan ve xistine çemberê.

Berpirsê ofîsa ragihandina HSD’ê, Mustefa Balî dibêje ku hêzên wan di qonaxa dawî ya operasyonê de ne.

“Bi hevrêzîya ligel koalîsyona navneteweyî û artêşa Îraqê, herêma sînor û herwisa gundê Baqos hatin rizgar kirin. Piştre jibo şopandina rewşa tixub û rêgirtina hatin, çûna çekdarên DAIŞ’ê xalên hevbeş di navbera me û hêzên artêşa Îrqaê de li ser sînor hatin danîn.”

Balî bal dikşîne ku hejmareke kesên ku ji hêla DAIŞ’ê hatibûn revandin li bajarokê Hecîn û Dişêşe tên veşartin.

“Aniha amadekarî bo rizgarkirina Hecîn û Dişêşe tê kirin. Li gor agahîyên nepiştrast, li van her du bajaran dibe ku ew kesên DAIŞ’ê ew revandibûn li wir bin. DAIŞ mertalên zindî bikar tîne da ku pêşketinên şervanên me asteng bike.”

Ebû Xewle, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê jî dide zanîn ku jiber rewşa hewayê ya ne baş operasyon hinekî dereng ma.

“DAIŞ niha mal û erd û rêyan mayîn dike, peqînên xwekujî pêk tîne û herwiha sîvîlan dike mertal jiber wê jî plana şer carcaran tê guhertin. DAIŞ niha tenê awayê êrîşa bilez û erebeyên bombebarkirî û xwekujan bikar tîne. Teknîka wê ya şer ev e.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku qonaxa dawî ya Bagera Cizîrê di yekê meha Gulanê de destpê kiribû ku herêmên mayîn yên bin kontrola DAIŞ’ê yên herêma Bakurê Sûrîyê rizgar bike.

ZO_05_24_2018_Dereizor
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00

XS
SM
MD
LG