Operasyona Bagera Cizîrê ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku bi piştgirîya koalîsyona navnetewî didome.
Operasyona ku ser du qonaxan hatibû ragihandin, niha her du qûnax bi dawî bûne û di encama wê de, gundên Baxoz û Dişîşa rizgar bûne.
Sînorê di navbera Sûriya û Îraqê de li mile rojhilata Çemê Firatê bi temamî ji DAIŞê hat paqij kirin.
Fermandarê HSD'ê Şêrgo Hesekê dibêje ku deverên nerizgarkirî yên wek gundên Hejîn, Şixafa û Desûsa wê de qonaxa sêyê ya dawî de werin rizgar kirin.
Rojnemevan Candî Xaldî dibêje pêşveçûnên dawî ya Bagera Cizîrê, dî danûstandina MSD'ê ya bi rejîma Sûrî de destê wê xurt bike.
Hêjaya gotinê ye ku di encama qonaxa duyê operasyonê de hin zevîyên din yên petrolê yên mîna El Ezreq û El Malih hatin rizgar kirin.