Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Şerên Berdewam de 44 Endamên DAIŞ'ê li Dêrezorê Hatine Kuştin


US army vehicles support SDF near Hajin, Syria, against Islamic State on Saturday (AFP)
US army vehicles support SDF near Hajin, Syria, against Islamic State on Saturday (AFP)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Çarşemê ragihand ku di şerên berdewam yên li Dêrezorê de herî kêm 44 endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji alîyê HSD’ê ve hatine kuştin.

SOHR dide zanîn ku endamên DAIŞ’ê, li hember çekdarên HSD’ê şerekî dijwar dikin ku bikaribin li herêmê bimînin, lê xalên bin kontrola wan rojane biçûktir dibin.

SOHR bal dikşîne ku Koalîsyona navetewî jî bi êrîşên esmanî û êrîşên bi topan piştgirî dide şervanên HSD’ê û herî kêm 19 endamên DAIŞ’ê di wan êrîşan de hatine kuştin.

SOHR dide zanîn ku li gor ahahîyên destê wê, ji 10ê Îlona 2018an vir ve bi giştî 1032 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG