Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê HSD'ê yê Dijî DAIŞ'ê li Hecînê Didome


Şervanên HSD’ê derbeyên giran li DAIŞ’ê dan û herî kêm 15 çekdarên wê kuştin, gelek cebilxane desteser kirin û jimareke rêyên serekî kontrol kirin.

Çavkanîyên leşkerî ji Dêrezorê da zanîn ku roja Çarşemê di seetên sibehê de li du aliyên gundewarên rojhilat û başurê rojhilata Hecînê şerên dijwar derketin û DAIŞ’ê neçar ma paş de bikşîne.

Endamê navenda ragihandina YPG’ê Mervan Rojava got ku DAIŞ’ê bi di mija giran de êrîşek pêk anî, lê şervanên HSD’ê bersîv da û karîbûn ku pêş ve herin.

Bi alîyekî din, HSD’ê korîdorên ewle jibo xilaskirina sîvîlan vekirin û bi sedan kes rizgar kirin. Di heman korîdorê de 50 endamên DAIŞ’ê xwest ku xwe di nav sîvîlan de veşerin, lê ew hemî hatin girtin.

Tevî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûrîyê, şer li Hecîn didome û ku hêzên Amerîkî li cîhê xwe ne û li kêleka şervanên HSD’ê dijî DAIŞ’ê şer dikin û firokên koalîsyonê jî bi berdewamî êrîşên esmanî pêk tînin.

ZO_12_27_2018_Hajin-SDF
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00

XS
SM
MD
LG