Operasyona Bagera Cizîrê di roja xwe ya 57an de berdewam dike. Di 24 demjimêrên dawî de Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) 4 gund rizgar kirin û 11 çekdarên DAIŞ’ê kuştin.
Berdevka operasyonê Lîlwa Ebdulah ji Dengê Amerîka re agahiyên dawî yên oprasyonê dide.
Li her du aliyên Çemê Firatê di navbera HSD’ê û rejîma Esad pêşbirka ber bi bajarokê Ebukemal ya ser sînorê Îraqê heye.
Rojnamevan Hebîb Zavê dibêje ku DAIŞ’ê bi peymanekê Dêrezorê radestî rejîmê kir û rejîmê jî bi mebesta xurtkirina DAIŞ’ê li hember HSD’ê rê da çekdarên DAIŞ’ê ku ber bi Ebukemal ve herin.
Kerem kin pêşketinên dawî ya operasyona Bagera Cizîrê guhdar bikin.