Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD di Nav Şerên Dijwar de 1200 Sivîl ji Destê DAIŞ’ê Rizgar Dike


Sivîlên ku ji destê DAIŞ'ê hatine rizgar kirin (Arşîv)

Li enîya Hecînê ya Dêrezorê di navbera şervanên HSD’ê û DAIŞ’ê de şerên dijwar diqewimin, lê şervanên HSD’ê pêşdeçûna xwe didomînin.

Berdevkê HSD’ê Kîno Gabrîel ji Dengê Amerîka re got ku di nav sê rojên borî de li Hecînê şer bi dijwarî didome.

“Di Operasyona Tunekirina Terorê de, li bejahîya rojhilata Dêrezorê terorîstên DAIŞ’ê bi panzer û çekên doçka êrîşî xalên me kirin, lê hêzên me bersîv da û şerekî dijwar rû da. Li enîyeke din, piştî şerên dijwar hêzên me pirtir ji 20 terorîst kuştin, 1 km pêşve çûn û 18 xalên nû ava kirin.”

Gabrîel da zanîn ku şervanên wan di sê rojên borî de bi sedan sivîl ji DAIŞ`ê rizgar kirine.

HSD bi Sedan Sivîl ji Destê DAIŞ'ê Rizgar Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:49 0:00

“Şervanên me 1200 sivîl ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin ku di nav wan de zarok û jin jî hebûn. Ew ji alîyê hêzên Ewlehîya Hindurîn ve ber bi herêmên bi ewle ve hatin birin.

Gabrîel bi berdewamî dîyar kir ku şervanên wan bersîva karwaneke DAIŞ’ê ya ku ji 40 maşîneyên panzer û çekên doçka da û di encamê de 228 terorîst hatin kuştin û gelek erebe hatin peqandin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00

XS
SM
MD
LG