Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qonaxa Duyê ya Operasyona Bagera Cizîrê Didome, Ta Niha 31 Gund HatineRizgar Kirin


Operasyona Bagera Cizîrê ya qonaxa duyê berdewam dike û şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) 330 km² erd û 31 gund rizgar kirin.

Hêzên HSD’ê ji 2 alîyan pêşve diçin, ji baskê Şedadê û yê Holê.

Berdevka oparasyonê Lîlwa Ebdulah dibêje ku sîvîlên Dêrezorê rojane di encama pêşveçûnên şervanên wan de ji tarîya DAIŞ’ê tên rizgar kirin.

Ebdulah da zanîn ku 8 çekdarên DAIŞ’ê dîl hatine girtin, lê wê dîyar nekir ku ew bîyanî ne yan ne.

Bi alîyekî din ve, operasyona HSD’ê ya li rojhilata Çemê Firatê bi hevkarîya artêşa Îraqê didome û li rojhilata bajarokê Deşîşa ya ser sînorê Sûrîyê û Îraqê hevdîtineke bilind pêk hat.

Endamê Navenda Ragihandina YPG’ê Mervan Rojava got ku di hevdîtinê de her du alî plana parastina sînorê hevbeş gotûbêj kirin û biryara destpêkirina qonaxeke nû ya rizgarkirina xeta sînor dan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di qonaxa yekê ya operasyonê de heremeke 600 km² hat rizgar kirin, ku di nav de bajarokê Deşîşa yê stratejîk jî hebû.

ZO_07_09_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00

XS
SM
MD
LG