Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Nav Du Rojên Borî de 27 Çekdarên DAIŞ’ê li Rojhilata Sûrîyê Hatin Girtin


Navenda ragihandina DAIŞ’ê ragihand ku hêzên wê yên taybet, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) 20 endamên şaneya veşartî ya DAIŞ’ê li Dêrezorê girtin.

Navenda ragihandinê da zanîn ku 600 şervanên wan operasyoneke taybet li gundê Hemamê ya Dêrazorê pêk anî û di encamê de hucreyeke razayî, ku ji 20 çekdaran pêk dihat, hate girtin.

Di şerê rûbirû yê dema operasyonê de çekdarekî DAIŞ’ê hat kuştin, 20 çekdarên din hatin desteser kirin û bi wan re nasnameyên ewlekarî yên girêdayî DAIŞ’ê jî hatin dîtin.

Mervan Rojava, endamê navenda ragihandina YPG’ê ji Dengê Amarîka re got ku di 7ê vê mehê de heman koma DAIŞ’ê êrîşî bazara gelerî kir û 7 zarok jîyana xwe ji dest dan.

Li alîyekî din, DAIŞ’ê roja Yekşemê li rojhilata Reqa Komek din ya DAIŞ’ê ya veşartî girt.

HSD’ê bi daxuyanîyekê da zanîn ku hêzên YAT, piştî lêgerîn û şopandinê, bi destekdayîna hêzên koalîsyona navnetewî operasyonek pêk anî û komeke veşartî ya terorîst li gundewarên rojhilata Reqa hate girtin ku ji 3 endaman pêk dihat.

Li gorî daxuyanîya HSD’ê, plana wan kesan bû ku di eyda Qurbanê de êrîşan pêk bîne.

Di heman rojê de,hêzên Taybet yên Hêzên Ewlekarîya Hindurîn (HAT) komeke DAIŞ’ê ya veşartî li Dêrezorê girt ku 4 çekdaran pêk dihat.

Daxuyanîya HAT’ê eşkere kir ku ew kom hejmareke teqînan plan kirbûn û di encama şopandinê de cîhê wan hat destnîşan kirin û di setên berbanga Yekşemê hêzên HAT girt ser çekdarên DAIŞ’ê û ew desteser kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Hêzên YAT û HAT di şerê dijî komên veşartî yên DAIŞ’ê de hêzên herî pispor in û ew her du piştevanîyeke xurt ji koalîsyona navnetewî werdigirin.

YAT û HAT di nava 2 rojên derbazbûyî de 3 komên veşartî yên DAIŞ’ê girtine ku 27 çekdaran pêk dihatin.

ZO_07_29_2019_YAT_HAT
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00

XS
SM
MD
LG