Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD'ê li Rojhilata Firatê Dijî DAIŞ’ê Operasyonek Destpê Kir


HSD’ê roja Pênçşemê ragihand ku hêzek wan bi piştevanîya koalîsyonê li rojhilata çemê Firatê li dijî DAIŞ’ê oprasyonek destpê kir.

Li gor HSD’ê ku 6 hezar şervanên wê bi hêzên xweyî taybet dijî terorê li dijî DAIŞ’ê û şaneyên wê razayî operasyon destpê kirin, ku herêma ji başûrê Şedadê û Deşîşa ber bi Baxozê ve, li seranserê sînorê Sûrîyê û Îraqê dirêj dike.

Berdevkê HSD’ê Kîno Gabrîl ji Dengê Amarîka re got ku ew operasyon pêkanîna biryara Encûmena Giştî ya HSD’ê ye.

“Ew devera sînorê di navbera Îraq û Sûrîye, bi taybetî herêma başûrê Hasakê û ta çemê Firatê û ev e. Pêvajo, bê guman, tevlî tevlêbûna yekîneyên dijî-teror û komên leşkerî yên cûda, ku ji hêla hevpeymaniya navdewletî ve alîkarî pêk tê jibo tespîtkirin û hilweşandina şaneyên razayî daîmî jibo ku pêşî li pêşerojê bigire berî her tiştî operasyona terorîstî bê guman, wekî me gotiye bı sereke jibo sererastkirina aramî û ewlehiya navçeyê, em hêvî dikin ku jibo vê kampanyayê encamên baş bidest bixin û di qonaxên din de li deverên din jî bidomînin."

Li gor hin agahîyên taybet ji jêdereke HSD’ê ku ev operasyon di encama hevsengîya navbera artêşa Îraqê û HSD’ê de hatiye destpê kirin ku yek ji armanca wê eve ku rê girtin ber DAIŞ’ê û ewlekirina sînorê hevbeş e.

Herwisa, heman jêderê anî ziman ku di dawîya meha borî de HSD’ê girtîyekî DAIŞ’ê weke cîgerê xelîfê Bexdadî dihat naskirin û navê wî Hac Nasir e, radestî hêzên Îraqê kir.

Di encama de oprasyonên dijî şaneyên razayî yê DAIŞ’ê di meha borî de pir çalak bûn nexasim ku DAIŞ’ê êrîşên xwe zêde kirin e û şaneyên wê razayî pir li herêma Firatê û Îraqê aktîf bûne.

HSD’ê ragihand ku ewê operasyona xwe heya bicîhkirina armanca xwe berdewam bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG