Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona “Tunekirina Terorê” ya HSD’ê Berdewam Dike


Operasyona “Tunekirina Terorê” ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji sê mîhweran berdewam dike.

HSD’ê ragihand ku operasyon dereng pêş dikeve jiber ku DAIŞ sivîlan wek mertalên zindî bi kar tîne û ew jî pir bi baldarî gavan davêjin.

Jiber rewşa heya û tozê, DAIŞ’ê seranser xetên şer êrîşên berovajî pêk anîn, lê HSD’ê ragihand ku bersêva êrîşên bervajî hat dayîn.

Berdevka Bagera Cizîrê, Lîlwa Ebdulah got ku tevî hemû astengîyan operasyon didome û ew niha di qonaxa dawî ya Tunekirina Terorê ne.

“Ji baskê Baxoz Foqanî ji bera bahoza tozê, DAIŞ’ê derfet dît ku êrîşên berovajî pêk bîne. Şerên pir giran derketin. DAIŞ’ê hemû çûreyên çekan di êrîşên xwe de pêk anîn, lê me bi dehan ji wan terorîstan kuştin.”

Li mîhwerê Hejîn, balafirên koalîsyonê navendeke fermandarîya DAIŞ’ê rûxand.

Ji baskê Bihera, DAIŞ’ê êrîşeke giran pêk anî û jiber bahoza tozê giheşt kampa demkî ya sivîlên Hejîn û bi trombêl û motosîkletên mayînkirî êrîş pêk anî û bi dehan sivîl revandin.

Piştî dawîhatina bahozê, li herêma rojhilata çemê Firatê, ku devera herî dawî ya bin kontrola DAIŞ’ê de ye, şervanên HSD’ê bi piştevanîya top û firokên koalisyonê pêşveçûna xwe didomînin.

Jêderên li qadê dibêjin ku niha DAIŞ vegerîya rewşa parastinê û di nav du rojan de ser her sê mîhweran 12 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin û 6 mayîn hatin vekirin.

ZO_10_18_2018_Tunebûna_Terorê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:25 0:00

XS
SM
MD
LG