Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD li Reqa Serketinên Girîng bi Dest Dixe


Şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka îro Înê Bajarê Kevin ya Reqa ji DAIŞ’ê rizgar kir.

Berdevkê ragihandina HSD’ê Mustefa Balî ji VOA re ragihand ku şervanên wan niha 65 ji sedê Reqa xistine bin kontrola xwe.

“Me wek bersîvdana şehîdbûna fermandar Ebû Emced û herwiha wek pîrozkirina cejnê ji tevahîya gelê Reqa re, rizgarkirina taxa Bajarê Kevin ragihand. 22 taxên Reqa hene û heta niha 14 bi tevahî hatine azad kirin. Niha li 6 taxan şer bi dijwarî dewam dike. Li 2 taxên din jî di dema hêrî nêz de şer li dê destpê bike û pênagava rizgarkirinê bigeheje wan deran jî.”

Balî da zanîn ku taxên Bajarê Kevin û Dirîya, piştî şerên dijwar ji DAIŞ’ê hatin paqij kirin û bi wê serketinê, rizgarkirina Reqa hîn nêziktir bûye.

Must_Bali_09_01_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:11 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG