Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên HSD'ê Bajarokê Sosa ya Stratejîk Xist Bin Kontrolê


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) derbazî bajarokê Sosa ya stratejîk bû ku yek ji sê deverên dawî yên rojhilata çemê Firatê ye ku di destê DAIŞ’ê de mane.

Berpirsê nivîsgeha ragihandina HSD’ê Mistefa Balî got ku piştî planeke dirêj û amadekarîyên taybet, şervanên wan niha li navenda bajarokê Sosa bi terorîstên DAIŞ’ê re şerekî pir dijwar dikin.

“Sosa wek dergehê bajarokê Hejîn tê zanîn û bi derbazbûna şervanên me ya nav bajarok, DAIŞ’ê hemû tedbîrên bo parastina Hejîn têk çûn. Rizgarkirina Sosa derî pêş rizgarkirina Hejîn û tunekirina DAIŞ’ê vekir,” Balî got.

Hêjaye gotinê ye ku HSD’ê berî demekê dest bi qonaxa dawî ya oprasyona Bagera Cizîrê ya bi navê Tunekirina Terorê kiribû ku hebûna DAIŞ’ê li rojhilata çemê Firatê bi dawî bîne.

ZO_10_22_2018_Sosa_SDF
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00

XS
SM
MD
LG