Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD li Başûrê Reqa Pêşveçûna Xwe Didomîne


Karbidestekî Kurd îro Sêşemê ji Reutersê re ragihand ku şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) nêzîk bûne ku başûrê Reqa bi tevahî ji DAIŞ’ê rizgar bikin.

Heman karbidestî da zanîn ku şervanên ku ji hêla rojhilata Reqa pêşve diçin û yên ku rojava pêşve diherin, tenê bi çend siqaqan ji hev cihê ne û şer li wan deran didome.

"DAIŞ bi xurtî li ber xwe dide, loma em nikarin bizanin ku kengî emê bajêr bi temamî bixin bin kontrola xwe. Niha 90 ji sedê taxên li baçûrê Reqa hatine rizgar kirin," karbidestê Kurd got.

Wî bal kişand ku bi kontrolkirina hêla başûr ya bajêr, êdî çekdarên DAIŞ’ê de nikaribin xwe bigehînin Çemê Feratêya li heman helê.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jî got ku şervanên HSD’ê pêşveçûnên berdewam bi dest dixin û şervanên ku ji hêla rojhilatê pêşve diçin, nêzîk e ku bi hêzên ku ji rojava re tên, bigehijin hevdû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku HSD’ê di destpêka meha Hezîranê de dest bi operasyoneke mezin kiribu ku Reqa ji destê DAIŞ’ê azad bike.

XS
SM
MD
LG