Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dest bi pêngave xwe ye duyê kir, piştî pêngava yekê li Kantona Cizîrê ku tê de bajarokê Al- Hol hat rizgar kirin.
Di vê pêngavê de armanca serekî rizgarkirina Bendava Tişrînê ya ser Çemê Firatê ye. Girîngîya vê bendavê ew ku dikeve navbera herêmên bin kontrola DAIŞê li rojava û rojhilata Firatê.
Bi rizgarkirina bendavê hemî rê li pêşîya DAIŞê tên girtin û herêmên wan ji hevdu qut dibin û rê li pêşîya hêzên QSD vedibin ku bajarên Minbîç û Cerablusê rizgar bikin.
Berdevkê QSD li Kobanê Şervan Derwîş ji Dengê Amerîka re dibêje ku heta niha operasyon serketî berdewam dike û hêzên wan pêşde diherin.
***
Kerem kin ev raporta taybet temaşe bikin: