Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

3 Endamên Encûmana Niştimanî ya Sûrî Dest ji Karê Xwe Berdidin


Heysem el-Malih, yeke ji hersê endamên berê yên ENS
Heysem el-Malih, yeke ji hersê endamên berê yên ENS

3 endamên payebilind ji Encûmena Niştimanî ya Sûrî dest ji karên xwe berdan, weku protesto dijî mekanîsma encûmenê ku ne bi dilê wan bû. Dr. Kemal Lebwanî, Catharine Al-Talli û Heysem el-Malih roja Çarşemê biryara destjêberdanê piştrast kirin û di daxuyanîyeke hevbeş de gotin ev biryar hate dayîn, jiber ku karê encûmenê ne li gorî asta şoreşa Sûrîyê bû, ne jî li gor jimara qûrbanîyan bû ku rojan li Sûrîyê têne kuştin.

Ahed Al-hendî çalakvanê sîyasî yê Sûrî, bingeh li Washington, di vê derbarê de bo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka axivî. Wî gote di demekê de ku her kes rexnê li gava van hersê kesayetîyan dike, pêwîst e were gotin ku ev ne biryareke şaş e.

Birêz Al-hendî dibêje ev destjêberdan ne tiştekî neyênî, lê belê erênî, jiber ku dide zanîn Sûrî fêr nebûne ku wisa bi hêsanî dest ji kar berdin, jiber hikûmetên diktatorî. Wî her wisa got ev kes ne bûne hevalên rejîmê, lê belê xwestine bibin beşekî din di nava opozisyonê de, çûnkî ji karê Encûmena Niştimanî ne razî bûn.

Ahed el-Hendî dibêje Encûmena Niştimanî bi erkê xwe durist ranedibû, jiber vê yekê van her sê hesan biryar stendin ku jê dûr bikevin. Birêz el-Hendî her wisa dide zanîn ku destjêberdanên ji vî rengî dê yekcar bandorê li karê opozisyonê dijî rejîma Beşar El Esed nekin.

Hêjayî gotinê ye, Lebwanî, Tallî û el-Malih, berî çend hefteyan dabûn xuya kirin ku ew ji karê encûmenê ne razî ne, û êdî pêwîst e ew stratejîya xwe hemberî kirîyarên çewt yên hikûmeta Sûrîyê biguherin, jiber wext zû derbas dibe û kuştin her berdewam e.

XS
SM
MD
LG