Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sabahattîn Korkmaz plana CHP'ê bo Pirsa Kurdî Dinirxîne


Partîya Gel ya Komarî (CHP), jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd nexşerêyek ku ji 10 xalan pêk tê amade kir. Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu jibo nexşerê roja çarşemê bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hate cem hev.

Di havpeyvînekê bo Dengê Amerêk, parêzer û şirovekarê sîyasî, Sabahattîn Korkmaz got plana CHP'ê bo hindê ye pirsa Kurd bispêrin demê û nehê çareserkirin, û got her AKP ya desthilatdar û CHP wê çendê bo meremên sîyasî li dijî hev bi kar tînin.

Rêzdar Korkmaz zêde dike, eger alîyên Tirk rastbêj bin dikarin bi pêkanîna guherînên bingehî di destûra welat de pirsa Kurd berev çareserîyê bibin. Bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê li ser fayla dengî kilîk bike.

XS
SM
MD
LG