Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Seda Taşkin re 7 sal û 6 Meh Ceza Hat Birîn


Li Tirkîyê givaştinên ser rojnamevanan didomin. Di bûyera herî dawî de nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin, ku 10 meh in li Girtîgeha Jinan ya Sîncan ya Enqerê girtî ye, 7 sal û 6 meh cezayê zindanê girt.

Taşkin dema ku li Muşê dixebitî, di 20'ê Kanûna 2017'an de hatibû binçavkirin û pişt re jî bi îdiaya “endamtîya rêxistinê" û “propagandaya rêxistinê’’ hatibû girtin.

Di rûniştina herî dawî de, Dadgeha Cezayên Giran ya Mûşê, bi îdiaya “propagandeya rêxistinê’’ û “alîkarîya rêxistinê’’ ji Taşkin re 7 sal û 6 meh cezayê zindanê birî.

Gulan Çagin Kalelî, parêzera Taşkinê dîyar kir ku di dosyayê wê de tenê nûçeyen ku wê çêkirine û li ser parvekirinen ser medyaya civakî hene.

“Ew wek sûc hatine nîşandan û ceza li ser wan li Taşkin hate birin. Biryar nê hiqûqî ye û emê îtirazên xwe li dadgehen bilind bikin.”

Bilal Gundem
Bilal Gundem

Edîtorê Beşa Kurdî yê Ajansa Mezopotamyayê Bîlal Gundem jî dibêje ku bi wê biryarê careke din li Tîrkîye azadîya raman hat binpê kirin.

“Gava mijar dibe medya Kurdî, hem bîragiştîya navxweyî, hem jî ya navneteweyî bêdeng dibe. Li Tîrkîye 95 ji sedê medya ketiye deste desthilatê û li gor daxwaza wê rojnemegerî tê kirin. Medya azad û ya Kurdî jiber ku li gor daxwazen desthilatdarîya AKP'ê naxabite, dibe armanca dadgehan û tên ceza kirin.”

Hakki Boltan
Hakki Boltan

Berdevkê Însîyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî dibêje ku niha li Tirkîye 173 rojnemevan girtî ne û ji van 70 rojnamevan ji endemên însîyatîfa wan in.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor agahîyên Komîsyona Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Tirkîyê (RTUK) li Tîrkîye 70 televîzyon û radyo bi biryarnameya bi Desthilata Qanûnê (KHK) hatine girtin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:54 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG