Hatîye ragihandin ku ligel berdewambûna serhildana Sûrîyê, çekdarên tundrê yên Îslamî ber bi wî welatî diçin.
Karbidestê Neteweyên Yekbûyî Paulo Pinheiro roja Duşemê ragihand ku hejmara çekdarên Îslamî li Sûrîyê zêde dibe û hebûna wan li wî welatî serhildayan ber bi tundrêyî dibe.
Dr. Sededîn Mela, endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê, dibêje ku sedema peydabûna çekdarên Îslamî li Sûrîyê berdewambûn û dirêjbûna şerê Sûrîyê ye.
Li gor birêz Mela, rejîma Beşar El Esed çekdarên El Qayde bikaranîne jibo encamdana çalakîyan li Îraq, Libnan û cihên din.
Dr. Mela herwiha got ku bê guman heta nuha jî endamên El Qayde û teroristên din “di destê rejîma Sûrî de hene û wan bikartînin.”