Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sadr Dibêje Hin Terorîstên Xirabakar Dixwazin Îraqê Bikşînîn Nava Şerekî


Rêberê olî yê Şîa Muqteda El Sedr yê Îraqê
Rêberê olî yê Şîa Muqteda El Sedr yê Îraqê

Rêberê olî yê Şîa Muqteda El Sadr îro Pencşemê got ku hin xirabkarên terorîst bi armanckirina dewleteke kendavê dixwazin Îraqê bikşînin nava şerekî metirsîdar ya herêmî.

Sadr ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand.
Wî eşkere nekir gelo ew bi taybetî behsa êrîşa dronî ya têkçûyî ya roja Çarşemê ya dijî Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dike yan na.

Wezareta Berevanîya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî zûtirîn îro ragihandibû ku bi sê dronan dijî heremekî bê şênîyê welatên wan, êrîşeke hatiye kirin.

Herwiha,wezaretê da zanîn ku artêşa Îmaratê ew "dronên dijmin" têk biriye.

Komeke kêm naskirî, "Tugaya Soza Rast" berpirsiyarîya êrîşê ragihand.

Heman komê di Rêbendana 2021'an de qesrek li Erebistana Saudî jî armanc kiribû.

XS
SM
MD
LG