Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Şehba û Derdora Efrînê Geşedanên Leşkerî Hene


Wêneya ji videoya Hêzên Rizgarîya Efrînê belav kiriye

Artêşa Tirk danê sibêha îro Şemîyê ji bargehên xwe yên li Ezazê, dîsa çend deverên herêma Şehba ku derbiderên Efrînî lê dimînin, topbaran kirin.

Topbaranan derdora bajarokê Til Rifet û gundên Dêrcimal, Eyndeqnê û Şêxîsa kirin armanc.

Artêşa Tirk herwiha ber êvara doh Înê jî dijî gundên herêma Şehba û nahîya Şera ya Efrînê, bi nêzî 70 top û roketan, êrîş pêk anê.

Lê, di derbarê zararên wan êrîşan de heya niha daxuyanî nehatiye ragihandin.

Tê zanîn ku heremên hatine armanc kirin di bin kontrola hêzên Kurdî û yên rejîma Sûrî de ne, herwiha li heman hereman milîsên girêdayê Îranê ve û hêz û navendên leşkerî yên Rûsya jî hene.

Di heman çarçovayê de erebeyeke zirxî ya artêşa Tirk doh êvarê li bajarokê Marêh hate armanc girtin, di encamê de erebe teqîya.

Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) 3 leşkerên Tirk hatine kuştin û hiejmarek din jî birîndar bûne.

Ji alîyê din ve li herêma Şehba, di navbera hêzên artêşa Sûrî û komên çekdar yên girêdayê Tirkîyê de, piştî nîvê şeva borî li nêzî bajarê Babê pevçûneke demkurt rû da,ya ku tê de çekên giran hatin bikar anîn.

Di heman demên pêkhatina van bûyerên şeva borî de, balafirên şer yên Rûsî li esmanê Efrîn û deverên derdorê digerîya; ji bajarokê Daratizê ku li başûrê Efrînê ye heya ser herêmên Şehba yên di dest Tirkîyê de ne, yen wek Marêh, Ezaz û Babê.

Li gor çavkanîyên xwecihî, balafiran ti êrîş yan bombebaran ser erdê pêk neanîne, lê dengê teqînên mezin hate bihîstin, ku tê guman kirin ku ew bombeyên dengî bûn.

Dîsa di çarçoveya geşedanên leşkerî de, artêşa Tirk vê sibêha îro de gundên xeta Sacûr ya li bakurê Minbicê topbaran kir.

Ev pêşhateyên ku di 24 saetên dawî li rojavayê Firatêyan li derdora Efrîn, herêmên Şehba û Minbicê qewimîne, di demekê de tên ku li bakur rojhilata Sûrîyê jî geşedanên leşkerî çê dibin.

Li seranserê bereyên di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û artêşa Tirk de, ji Til Temir û Zirganê li Cizîrê ta Eyn Îsa topbarana artêşa Tirk heye, ku doh bajarê Kobanê hate topbaran kirin.

Li hember van êrîşên ser Kobanê fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di twîtekê de, êrîşên artêşa Tirk wek binpêkirina hiqaqûqa navdewletî û provekesyon bi nav kir.

Mazlûm Ebdî got ku êrîşên artêşa Tirk aramî û aştîya herêmê dixe metirsîyê û şerê li dijî DAIŞ'ê asteng dike.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00
XS
SM
MD
LG