Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Lîbyayî Berbijarîya Seif el Îslam Qadafî Pejirand


Dadgeheke li başûrê Lîbyayê îro Pêncşemê berbijarîya Seif el Îslam Qadafî yê kurê dîktatorê kuştî Muamer Kadafî jinûve pejirand.

Bi vê biryara nû Qadafî wê bikaribe beşdarîya hilbijartinê seroktîyê bike ku li ber e di meha yek, Rêbendanê de pêk were.

Komîsyona hilbijartinê ya Lîbyayê meha borî serlêdana Qadafî red kiribû û wî jî daxwaza pêdaçûnê kiribû.

Komîsyonê gotibû ku çênabe kesên ku jiber sedemên rûreşîyê ceza girtibin bibin berbijar û serledana namzedîya wî red kiribû.

XS
SM
MD
LG