Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereb Seredana Yekê Bo Gazayê Dike


Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Erebî Amr Musa geheşte Kerta Gazayê. Amr Musa li bajarokê Rafah ya li ser tixûbê Misirê de, ji alîyê karbidestên Hamas û partîyên din yên Fîlîstînî hate pêşwazî kirin.

Rêberê Yekîtîya Ereb ya bi 22 endaman got, divê dorpêç kirina Kerta Gazayê were şikandin.

Tê çaverê kirin, Musa dê ligel rêberê bilind yê Hamasê Îsmaîl Hanîya hevdîtinan bike. Ew her wiha li ber e, bi malbatên Fîlîstînî re jî kom bibe, ku di şerê Gaza yê ligel Îsraîlê de kes û karên xwe hinda kirîbûn.

Di şerê Gazê ya 3 hefteyî de, ku meha 12 ya 2008’ê destpê kirîbû 1300 Fîlîstînî û 13 Îsraîlî hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG