Doza Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş li 19emîn Dadgeha Ceza ya Giran ya Enqerê hat dîtin. Rûniştina dozê sê roj dewam dike.
Demîrtaş ji girtîgeha Edîrneyê bi rêya înternetê beşdar bû.
Sîyasetvanê Kurd di dîyar kir derfet nadinê ku parastina xwe bike. Wî daxuyakirin ji lêpirsînê, heta rakirina zirxa parlamenterîyê, heta girtin û cezakirinê biryarên sîyasî ne.
"Hun jî dizanin îro em jibo ku sûcek li ortê heye ne li vê rûniştinê ne. Jibo ku desthilatîya AKP, jibo ku serokê partîyê Erdogan bigîje hemî armancên xwe, jibo ku rê li pêş wî were vekirin, divîya ku hemî opozîsyon bê tasfîyekirin. Lewma em dizanin ku îro jiber biryarek sîyasî ez li vir im. Li Dadgeha Mafê Mirovan jî yên ku hatin dadkirin hun in, biryarên dadgehên we ne"got Demîrtaş.
Hevserokê berê yê HDP îdia kir Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan jibo ku rejîma xwe ava bike, çi kes an partî li pêş vê armancê asteng dibîne bi rêya dadgehan wan bê bandor dihêle.
Selahattîn Demirtaş parastineke 500 rûpelî amade kir û runiştina dozê sê rojan dê dewam bike.