Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Demirtaş Kandîdê Me Yê Serokatiya Tirkiyê Ye


Selahattin Demirtaş hevserokê serokê berê yê HDP

HDP'ê Çarşemê ragihand ku, serokê wan yê berê yê karîzmatîk Selahattîn Demirtaş ku niha di zînanê de ye li Tirkiyê, dê bibe kandîdê wan yê serokatiya Tirkiyê di hilbijartinên ku dê 24 meha Hezîranê êne kirin.

HDP, Partîya Demokratîk a Gelan, daxuyaniyek weşand û da zanîn ku, ewê roja Înê piştî danê nîvro, li Stenbul û bajarê Kurdan yê sereke Diyarbakir/Amedê dest bi kampeyna hilbijartinan bikin.

Li Tirkiyê roja 24î Hezîranê dê hilbijartinên parlamenê û serokatiyê bikin, ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan, di peyamekê de nêzî sal û nîvan hilbijartin pêş xistin û şûn de, parlamenê jî biryara pêşxistina hilbijartinan bi piraniya dengan erê kir.

Demirtaş 45 salî ye, weke "Obama yê Kurdan" tê naskirin, bi tawana ku têkilî bi partiya karekên Kurdistan PKK'ê re heye di zîndanê de ye li Tirkiyê, dema ku hemû tawanên derbarê Demirtaş de li dadgehên Tirkiyê hatin pejirandin dê heta 142 salên zîndanê bidin wî.

HDP bi serokatiya Demirtaş di hilbijartinên 2015an de giha bû parlamena Tirkiyê û nêzîkî 80 endam parlamen qezenc kir bûn, demirtaş sala 2016 hate girtin û heta nihe di girtîgehê de ye, ew bi pêşkeşkirina gotar û xîtabên siyasî de balkêş û bi bandor e.

Hevserokên nû yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temelli bi daxuyaniyekê bang li alîgirên partiya xwe kirin ku roja Înê derkevin û beşdariyê di kampeynê de bikin, daxuyanî dibêje"em hemû bihên ba hev û berbijariya Demirtaş ya serokatiya Tirkiyê parve bikîn".

XS
SM
MD
LG