Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selman Bîn Abdulazîz Fermandarên Payabilind Diguherîne


Rex Tillerson û Selman Bîn Abdulazîz

Qralê Erebîstana Saudî Selman bîn Abdulazîz bi biryarnameyekê sererkanê wî welatî jî di nav de, hin fermandarên payabilind ya artêşê ji kar dûr xistin.

SPA, ajansa fermî ya Erebîstan Saudî dîyar kir ku Sererkanê Erebîstana Saudî Abdul Rahman bîn Salih el Bunyan ji kar hatiye dûr xistin û li şûna wî Fayyad el Ruvayli hatiye tayin kirin.

Abdul Rahman di Gulana 2014’an de bûbû sererkanê Erebîstana Saudî.

Bi biryarnameyê fermandarên hêzên berevanîya esmanî û hêzên erde jî ji kar hatin dûr xistin.

Karbidestên Erebîstana Saudî ser guherandinan ti agahî nedan.

Prensê Cîgir Muhammed bîn Selman di vê qonaxa dawî de kesên nêzî xwe tîne meqamên girîng.

XS
SM
MD
LG