Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Kurd yê Zîndankirî, Demîrtaş Cara Yekê Derket Pêş Dadgehê


Hevserokê zîndankirî yê HDP’ê, Selahattîn Demîrtaş, ku ji sala 2016’ê vir ve li zindanê ye, îro Înê cara yekê li pêşberî dadgehê amade bû.

Demîrtaş, dema giheşt avahîya dadgeha Stenbolê ji alîyê alîgirên xwe ve wek pehlevanekî hat pêşwazî kirin.

Ew bi dozekê ku tê de bi bêrêzîkirina hember Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye sûçdar kirin. Ew doz yek ji 96 dozên qanûnî ye ku hember wî sîyasetvanî hatine vekirin.

Ew hevserokê bi navûbang yê karîzma, kesê herî naskirî yê HDP’ê ye.

HDP di bin rêberîya wî de di hilbijartinên Hezîrana 6 sala 2015’ê de serkeftineke herî mezin bi dest xist û karî bo cara yekê bikeve nav parlemanê.

Li gor rojnamevanê AFP’ê pirtirî 1000 kes li derveyê dadgehê kom bibûn û dirûşmên wek “Demîrtaş rûmeta me ye” û “mil bi mil dijberî faşîzmê” qerîyan.

XS
SM
MD
LG