Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê HDPê Demîrtaş Bo Serdaneke Fermî Çû Moskow


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş jibo serdaneke fermî çû Rûsya.

Demîrtaş berî çûyîna xwe ya Moskow, civîneke çapemenîyê dar xist û agahî li ser serdana xwe da.

Wî bi tundî bersîva rexneyên Serokwezîrê Tirkîyê Ahmed Davutoglu da û got ne cara yekê ye dihere Rûsyayê.

“Serokwezîr bi nezanî diaxife. Ez sala borî ji çûm Rûsya, lê haya wî jê tuneye. Kesekî bûye wezîrê derve û serokwezîr bi vî awayî dipeyve. Sala borî li Moskow bi Cîgirê Wezîrê Derve Bokhdanov re rûniştim. Di vegerê de min agahî dan bîragiştî. Tiştekî veşartî tunebû di serdana min de.”

Demîrtaş rexne li Davutoglu kir û got, kesê ku xebatên me wiha xirab binirxîne, nikare ti problemên welêt çareser bike.”

Hevserokê HDPê bi berdewamî got ku ewê wek partîya herî xurt ya sisêyan, li Moskow nêrîna partîya xwe ya ser kêşeya Sûrî bi karbidestên Rûsî re parve bikin.

XS
SM
MD
LG