Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş ji Zindanê Bersîva Pirsên Rojnamevanan Da


Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku nêzî 20 meh in li zindanê ye, bersîva pirsên rojnamevanan da.

Demîrtaş bersîva pirsa “helwesta opozîsyonê û civaka navnetewî ya hember girtina we çawa dinirxînin?” ya Dengê Amerîka jî da.

“Daxuyanîyên opozîsyonê yên derheqa min, bê guman bona demokrasî û hevrejîyanê pir girîng in. Mixabin civata navnetewî li hember rewşa min zêde daxuyanî neda.”

Demîrtaş spasîya hevkarê me kir û rewşa Kurdên Washingtonê ji pirs kir.

Berbijarê HDP’ê li ser xwepêşandanên bo piştgirîya Kobanê jî peyîvî ku li gor Komela Mafên Mirovan ya Tirkîyê, 46 kes tê de hatibûn kuştin, 682 kes birîndar bûbûn û 323 kes jî hatibûn girtin.

“Bi banga min, yan banga HDP’ê ti çalakîyên tund nehtine kirin. Birastî, çalakîyên tund, di 7ê Cotmehê de, piştî daxuyanîya Erdoganku gotibû “Nêzîk e ku Kobanê bikeve” destpê kirine. Berpirsa sîyasî ya wan bûyeran AKP ye û ya ku nahêle berpirsên hiqûqî eşkere bibin jî dîsa AKP ye. Hemî gotinên din îftira û berovajîkirina rastîyan in.”

XS
SM
MD
LG