Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaşê Girtî ji Ser Twitterê Spasîya Xwe Dişîne Şoperên Xwe


Ji hesabê fermî yê Twitterê yê Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku li Hepsa Edîrne girtî ye, îro Înê sê twît hatin nivîsîn.

Twîtên ji hesabê Demîrtaş ji alîyê bi hezaran kes ve hatin parve kirin û ecibandin.

Sê twîtên ku ji hesabê Demîrtaş belav bûne wiha ne:

1. Jibo herkesê ku tevî bêrîkirinên xwe piştgirîyê didin re spas dikim û silavan dişînim.

2. Hemî polîtîkayên zextê dê bi piştevanîya we pûç bibin. Em jî ji hindur bo ku hêjayê vê sekna we bibin, hemî tiştên ji dest me were, dê bikin.

3. Helbet di bêrîkirinê di beramber dil e. Heta em digihêjîn hevdîtineke bi rûmet, emê berxwedana xwe bidomînin.

XS
SM
MD
LG