Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Ewrupî ji Tirkîyê Xwest ku Demîrtaş Azad Bike


Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî biryar da ku Tirkîyê mafê sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş ya darizandineke lezkirî binpê kiriye.

“Dadgehê giheşt vê nerînê ku karbidestên Tirk yên dadwerî binçavkirina birêz Demîrtaş dirêj kirin, li ser bingehên ku ji alîyê hiqûqê ve nikarin werin rêwa kirin,” daxuyanîya nivîskî ya dadgehê got.

Dadgeha Ewrupî herwiha karbidestên Tirk rexne kirin ku di dema du hilbijartinên borî de, Demîrtaş li zindanê girtî hêlane,

“Dema girtîhêlana rêzdar Demîrtaş ya di serdema kempeyna du hilbijartinên borî de... armanca bilind ya piralîbûna qada sîyasetê û azadîya gotûbêjên sîyasî sînordar kir,” dadgehê bi berdewamî got.

Dadgeha Ewrupî biryar da ku 10,000 euro zararên ku hember wî çêbûne, were dayîn.

“Dadgehê bi tevdengî biryar da ku dewleta Tirk hemî pêngavên pêdivî bavêje û dawî li girtîbûna wî bîne.”

Demîrtas, ku yek jî sîyasetvanên navdar yê Tirkîyê ye, di meha Îlonê de bi îdaya tawanên girêdayî terorê hatibû ceza kirin, lê berê wê biryarê jî du sal li zindanê hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG