Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzera Demîrtaş Ser Rewşa Saxlemîya Wî Agahîyên Girîng Dide


Aygul Demîrtaş Gokalp, parêzer û xwîşka sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş li ser Twîtterê ragihand ku Demîrtaş di 26’ê Mijdarê jiber bêhntengîyê ji ser hişê xwe çûye.

Gokalp dide zanîn ku Demîrtaş, ku li Zindana Tîpa F ya Edîrnê girtî ye, mudaxeleya pêşîn ji alîyê parlamanterê bere yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Zeydan ve hatiye kirin.

Gokalp ji Dengê Amerîka re got ku wê hevdîtin bi Demîrtaş re pêk anîye û rewşa wî niha baş e.

“Jiber ku em ne bijîşk in, em nikarin ser tendirustîya Demîrtaş tiştekî bibêjin. Roja Sêşemê pirsgirêkeke wî ya tendirustî çêbû û serlêdanên ibo nexweşxaneyê hatin kirin. Tevî ku heft roj derbaz bûne, ev yek hêj nehatiye kirin. Jiber vê yekê li ser tendirustîya Demîrtaş agahîyên berfireh tuneme.”

Gokalp herwiha anî ziman ku bi neşandina Demîrtaş ji nexweşxanê re, ewlehîya wî di metirsî de tê hiştin.

“Min hevdîtinek bi rêvebirê girtîgehê re kir. Ew dibêje ku jiber sedemên ewlehî û eyarkirinan Demîrtaş ji nexweşxanê re nayê şandin. Lê, bi vî awayî jîyana wî di bin xeterî de tê hiştin.”

MEB_02_12_2019_Demîrtaş_Tendirustî
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:33 0:00


XS
SM
MD
LG