Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Xelata Wêrekîya Sîyasî ya Hevbendîya Pêşverû Werdigire


Sîyasetvanê Kurd yê navdar Selahattîn Demîrtaş ji alîyê Hevbendîya Pêşverû (Progressive Alliance) ve hêjayê xelata îsal hate dîtin.

Li gor beşa Kurdî ya Radyo Swêdê, xelat îşev li Stockholmê ji hevjîna Demîrtaş, Başak Demîrtaş re were pêşkêş kirin.

“Xelat îro êvarê di konferansa navneteweyî ya Stockholmê de tê dayin û Sosyaldemokrat mazûvanîya konferansê dikin,” Radyo Swêdê ragihand.

Johan Hassel, sekreterê navneteweyî yê Sosyaldemokratan ji radyoyê re got ku ew Xelata 2019’an ya Hevbendiya Pêşverû didin serokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş.

“Bi dayîna vê xelatê, em dixwazin nîşan bidin ku em piştgiri didin têkoşîn û pêşverûtîya ku HDP û Demîrtaş li Tirkîyê temsîl dikin. Bi vî awayî, em herwiha dixwazin desteka xwe jibo derbirîna azadî û mafên demokratîk nîşan bidin,” Hassel got.

Wî dîyar kir ku ji welatên curbicur 200 mêvan beşdarî konferansê dibin ku 30 ji wan serokwezîrên dewletên xwe yan jî serokên partîyên endam in.

“Di konferansê de pirsa Kurd wê mijareke girîng a gotûbêjan be. Em weke partî û hikûmeta Swêd di qada navneteweyî de giranîyeke mezin didine pirsa Kurdî, da ku êrîşa Tirkîyê ser Bakurê Sûrîyê were sekinandin û ewlehîya mafê mirovan were misoger kirin,” Hasset got.

Radyoya Swedê bi berdewamî dide zanîn ku Hevbendîya Pêşverû ji hin partî û rêxistinan pêk tê ku di sala 2013’an de ji Enternasyonala Sosyalîst veqetîbûn.

Rojnamevan Beşîr Kavak ji ji Radyoya Swêdê girîngîya vê xelatî wiha şîrove dike:

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:41 0:00
Direct link


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG