Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dergehê Pêşxabûr-Sêmalka di Navbera Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de Girtî Dimîne


deriyê sînorî yê sêmalka
deriyê sînorî yê sêmalka

Dergehê sînorî yê di navbera Herêma Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûrîyê de ji 11’ê Gulanê ve hatiye girtin.

Li gor daxuyanîyeke rêvebirîya dergehê sînorî yê Sêmalka li alîyê Rêvebirîya Xweser, ev deriyê ku li alîyê Herêma Kurdistanê bi navê Pêşxabûr tê zanîn li pêş tevgera çûn û hatinê heta demeke ne diyarkirî dê girtî bimîne.

Rêvebirê Dergehên Bakur û Rojhilatê Sûrî Rodî Mihemed Emîn derbarê girtina dergehê Sêmalka ji Dengê Amerîka re got ku “Sibeha 11’ê vê mehê rêvebiriya dergehê Pêşxabûrê bê sedem agahî da ku deriyên Sêmalka û Siwêdiyê El Welîd li pêş bazirgaanî û rewşên mirovî tê girtin.”

Li gor gotina Emîn, "tenê hefteyek dem ji bo kesên ku serdana her du aliyan kirine, li bakur û rojhilatê Sûriyê û herêma Kurdistana Iraqê, hatiye dayîn ku vegerin cihên xwe."

Welatiyên Sûriyê yên ku xwediyên niştecihbûnê li herêma Kurdistana Iraqê û serdana Sûriyê kirine pêwîst e di heyama ku hatiye ragihandin de vegerin Herêma Kurdistanê, di nav wan de destûra rûniştina mirovî ji bo kesên ku bi awayekî demkî serdana Sûriyê dikin.

Her wiha Sûriyên bi hemwelatiyên dualî yan xwediyên paseportên biyanî yên ku bi awayekî demkî serdana Sûriyê dikin û karmendên rêxistinên navneteweyî divê vegirin cihên xwe.

Rêdan heye ku hemû kesên bi awayekî demkî derbasî Herêma Kurdistanê bûne vegerin Sûriyê.

Rêvebirîya dergehê Sêmalka di daxuyaniya xwe de tekez kir ku dergeh ji aliyê Rêvebirîya Xweser ve vekirî ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti daxuyanî derbarê vê biryarê nedaye. Dengê Amerîka hewil da peywendîyê ligel karbidestên hikûmeta Herêmê bike, lê nikarîbû tiştekî bidest bixîne.

Sedema girtinê sîyasî ye

Li gor zanîyarên Dengê Amerîka, roja Pênçşema borî du berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) dixwestin derbasî Herêma Kurdistanê bibin, lê Dergehê Sêmalka rêdan neda wan.

ENKS 12’ê Gulanê daxuyanîyek derxist têde got ku Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) bûye sedema girtina dergehê.

Berpirsê ragihandina ENKS’ê Hesen Remzî ji bo Dengê Amerîka got ku "di gaveke din a tundiyê de li dijî ENKS’ê, rêvebirîya PYD nehişt ku serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd derbasî Herêma Kurdistanê li ser vexwendina cenabê Serok Mesûd Barzanî bibin, ji bo beşdarbûna di merasîma vekirina Muzexaneya Nemir Barzanî li Barzanê roja 11.05.2023.”

Dengê Amerîka peywendî ligel rêvebirîya ofîsa peywendîyan di dergehê Sêmalka de derbarê salixandinên ENKS’ê kir.

Baz Ehmed, rêvebirê dergehê Sêmalka ji Dengê Amerîka re tekez kir ku "ti şandek sîyasî ji alîyê ENKS serdana dergehê Sêmalka ne kir."

Lê li gor agahîyên Dengê Amerîka, şanderê Amerîkî ji bo bakur û rojhilatê Sûrîyê Nicolas Granger hewl daye ku ev nakokî di navbera Kurdên herdu qiraxên çemê Diclê bi dawî bike, lê dîyar e heta dema amadekirina vê raportê ev yek pêk nehatiye.

Alozîya mirovî

Di vê demê ji salê bi hezarên Sûrî yên ku koçberî Ewropayê bûne, serdana welat dikin.

Sîmav navê ne rast yê xanimeke 40 salî ye. Ev 8 sal in li Elmanya dimîne û cara yekê serdana kesûkarên xwe li Sûrîyê kiriye. Ew di dergehê Sêmalka re derbasî welêt bû, tenê çar rojan berî ku biryara girtina sînor were dayîn. Ew êdî neçar e serdana xwe qut bike û vegere.

"Ev çar roj in gihiştime Qamişlo. Plana min ew bû ez du mehan li vir bimînim, lê niha mecbûr im bizîvirim," Sîmav ji Dengê Amerîka re got.

Rewşa Sîmav ji ya M. Seîd (navekî ne rast e) xerabtir e, ji ber ku M. Seîd pasepaort Elmanî wergirtî ye û rewşa wan ne wek yên wek penaber li Elmanya dimînin û serdana Sûrîyê dikin .

"Ez niha venagerim. Bi hêvî me ku di heyama çend rojan dergeh were vekirin," M. Seîd got.

Ji bilî rewşên wisa jî, dergehê Sêmalka ji bo bi hezaran welatîyên alîyê Sûrîyê wekî reheke jiyanê ye, ne tenê di warê derbaskirina tekûpelên bazirganî, lê herwiha jibo nexweş û kesên ku pêdîvî bo dermankirinê li Herêma Kurdistanê hene.

Ne cara yekê ye

Derîyê Sêmalka-Pêşxabûr gelek caran jiber sedemên cuda di navbera herdu alîyan de hatiye girtin.

Ev dergeh sala 2012’an de hat vekirin. Ew derîyê bi tenê ye di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û deverên Rêvebirîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê. Jiber ku ne derîyekî fermî ye, ne hikûmetên Îraq û Sûrîyê û ne jî civaka navnetewî pênasînê bi vî dergehê nake.

Dergehê Sêmalka di warê danûstandinên mirovî û bazirganî, gihandina dermanan, dermankirina nexweşan, bi taybetî nexweşên penceşêrê û şewatê, û gera welatiyan bo cîhana derve roleke girîng heye.

Di dawiya sala 2021’ê de jî, dergehê Sêmalka 40 rojî hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG