Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjiyên Dawî Yên Li Dergehê Sêmalkayê


Dergehê Sînorî Yê Sêmalka
Dergehê Sînorî Yê Sêmalka

Roja 16 vê mehê Dergehê sînorî yê Pêşabûr ji aliyê Herêma Kurdistana Îraqê ve hate girtin .

Li gorî daxwiyaniya ji bo dezgehên ragihandinê yên herêma kurdistanê, Rêvebirê Dergehê Sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbiharî, sedema girtina dergehê Pêşabûr ew e, ku zêdetirî 100 kesan ji aliyê derghê Sêmalka ve bi molotofan û keviran, êrîşî dergehê Pêşabûr ê kirine.

Kenala Rûdawê , Li ser zarê rêveberê deriyê sînorê Pêşabûrê diyar kir ku di encama wê êrîşê de hejmareke pasewan bi giranî birîndar bûn.

Herwiha Berbiharî, PKKê bi encamdana van êrîşan tewanbar dike û dibêje, ''ev zêdeyî 3ê mehan e PKKê li milê Sêmalkayê alîgirên xwe kom dike û li dijî herêma Kurdistanê çalakiyên dijatiyê dide pêş''.

Li aliyekî din endamê desteya serokatiya ENKSê Nimet Dawûd di daxuyanîyek taybet ji bo Dengê Amerîka got:

''Koma binavê Ciwanê Şoreşger ku êrîşî dergehê Pêşabûr ê kirine, gelek caran êrîş birine ser calakî û ofîsên ENKSê. Divê Rêvebriya Xweser helwesta xwe nîşan bide derbarî vê komê de''.

Rayedarên Rêvebriya Xweser ji hêla xwe ve girtina dergehê Pêşabûrê bi dilgiranî rexne dikin û dibêjin sedemên girtina dergeh ji hêla hikûmeta Herêma Kurdistanê bihaneyeke û aramnc jê fişarên siyasî ne.

Peyvdarê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê dibêje ew ''bi hêvîne ku girtin û vekirina dergehê Sêmalka – Pêşabûr ne girêdayî mijarên siyasî be yan buhaneyek be ji bo hin fişarên siyasî ''.

Li aliyê rojavayî çemê Dijle, li Sêmalka, ji 5ê meha Cotmeha vê salê de Saziya Malbatên Şehîdan li Rojava bi mebesta ku ew daxwaz termên zarokên xwe yên ku li aliyê Herêma Kurdistanê "şehîd bûne" konê mangirtinê vegirtine.

Her wiha bi awayekî rojana bi sedan niştecihên bakur û rojhilatê Sûriyê bo piştgiryê bidin çalakaiya malbatên Şehîdan serdana vî konî dikin.

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD e Sema Begdaş dibêje ev "zêdeyî 70 roj in Malbatên Şehîdan daxwaza termên zarokên xwe yên şehîd ketine dikin, lê bi bihaneya çalakiyeke ciwanan, hikumeta Herêma Kurdistanê biryara girtina dergehê sînorî da."

Begdaş got:

''Girtina dergehê di jêr van buhanyan de cihê mixabiniyê ye, em bang li rayedarên Herêma Kurdistanê dikin ku li xwe vegirin û piştgiryê bidin Rêveberiya Xweser û yekrêziya Kurdan''.

Li milekî din roja 13 vê mehê komekji Ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya koma Ciwanên Şoreşgerji bajarêQamişlo berê xwe dan dergehê Sînorî yê Sêmalkayê.

Ev ciwan dibêjin aramnca wan ji meşa wan ber bi dergehê Sînorî ve ew e ku piştgiryê bidin "Malbatên Şehîdan" lewra wan xwest nameykê bigihînin aliyê Pêşabûrê.

Ciwanê bi navê Imad Ahmed dibêje wan dixwest nameyekê radestî aliyê herêma Kurdistanê bikin lê rê nehat dayîn û di encamê de alozî di navbera wan û asayîşa dergehê Pêşabûrê derket.

''Dema ew gihan ser pira Sêmalka – Pêşabûrê teqîn ji aliyê Asayîşa pêşabûrê derket û kevir avêtin wan û di encamê de 15 hevalên wan birîndar bûn''.

Dergehê Sêmalka –Pêşabûr ji sala 2013an ve ji bo kar û barê Mirovî û aborî hat vekirin, lê gelek caran bi sedemên cûrbecûr demkî dihate girtin.

Li kêleka dergehê Pêşabûrê dergehê Elwelîd ku ev nêzî du salane hatiye vekirin ji bo bazirganîyêew jî di vê biryarê de hat girtin.

Li gorî hin agahîyên ne piştrast ku serokê êla El-Şmer ya Ereb ku mezintrîn êlên Ereban ne li Sûrîyê û Îraqê . û bi xwedî têklilîyên bi hêz bi kurdên herdû qiraxa dijlê, ku wî navbênkarî dike da ku vê alozîyê bi dawî bîne.

Hêjaye gotinê ye ku roja Înê danê êvarî nivîsgeha ENKS li bajarê Dirbêsîyê ji alîyê komeke nenas hat şewitandin.

Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî di twîtekê de şewata nivîsgehea ENKS şermezar kir.

Li alîyekî din, şopîner bawerdikin ku alozî di navbera ENKS û Rêvebirîya xweser dê kûrtir bibe piştî bueryên dergehê sînorî.

Heya dema amadekirina vê raporê dergehên sînorî girtîne. Û alozî di navbera herdû alîyan de berdewam e.

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:48 0:00


XS
SM
MD
LG