Hikumeta Herêma kurdistanê roja 17î adara 2016an de, derîyê xala sînorî ya Sêmalka li Pêşabîrê dinavbera Herêma kurdistanê û Rojava de dabû girtin, heta jibo derbasbûna mirovan jî zehmetî hebûn.
Girtina derîyê sêmalka di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de, gelek aloziyên hatinûçûn û aborîyê li paş xwe hişt bûn, bihayê madên xwarinê gelek giran bûbûn.
Roja sêşemê 07.06.2016an Hemîd Derbendî, berpirsê têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Rojava re ragihand ku, bi rengekî fermî derîyê sêmalka hat vekrin, Derbendî di ragihandina xwe de dide eşkere kirin ku, bi sedema alîkariyên mirovatî û kêmkirina bihayê madên zerorî yên jiyanê û xwarinê biryar hatiye girtin ku, derîyê sêmalka cardin bihê vekirin.
Şewket Berbiharî rêvebirê xala sînorî ya Sêmalka li Pêşabîrê jibo pişka Kurdî ya Dengê Amerîka axifî û got "Belê biryara vekirina xala sînorî ya sêmalka hatiye dan, û pêwîste roja çarşemê 8î Hezîranê bi şêweke fermî derîyê sêmalka bihê vekirin". Lê Berbihar da zanîn ku bi mercê ku nabe ji herdû alîyan gomirk ji welatiyan bihê stendin, dema dixwazin pêwîstiyên jiyanê û madên bazirganiyê derbasî herdû alîyan bikin.
Ji encama vekirina derîyê sêmalka dê rewşa bazirganî ya di navbera herêma Kurdistana Îraqê û Rojava de baştir bibe, herweha dê zehmetiyên hatinûçûyîna mirovan memînin.