Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê Derîyê Sêmelka Hemo: Derî ji Hêla Başûr ve Girtî ye


Abdulrahman Hemo li ber Derîyê Sêmelka xwane dibe Foto: Ozgur Gundem
Ev demek e dirêj e ku derîyê sînora navbera Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûrîyê dibe mijara gotûbêjên tund.

Karbidestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîyar dikin derî vekirî ye û qet nehatiye girtin.

Lê, di serî de PYD û hin partîyên Kurdên Sûrîyê, Herêma Kurdistanê rexne dikin ku derî girtiye û nahêle ku Kurdên li Sûrîyê hatin-çûn û bazirganîyê bikin.

Yek ji berpirsên Derîyê Sêmelka Abdulrahman Hemo dibêje derî mêjve girtî ye û ew yek bandoreke neyênî li ser gel dike,

“Rojava ji sê alîyan ve di bin amborgo de ye û tenê rêya bi Başûr heye ku gelê me pêdivîyên xwe li herêmê peyda bike, lê mixabin hikûmeta Başûr nahêle".


please wait

No media source currently available

0:00 0:11:34 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG