Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG: Rêberê Îtalî yê DAIŞ'ê Semir Bogana Hat Desteser Kirin


Semir Bogana
Semir Bogana

Ofîsa ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro Pêncşemê ragihand ku endamê payabilind yê rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) Semir Bogana ji alîyê hêzên wê yên taybet ve hatiye desteser kirin.

Daxuyanîya nivîskî ya YPG dibêje ku Bagona hemwelatîyê Îtalya ye û bi navên Ebu Hureyre el-Muhacir û Ebu Abdullah el-Muhacir jî tê nasîn.

Daxuyanî dide zanîn ku Bogana di 27’ê Tebaxê de ji alîyê Yekîneyên Antîteror (YAT) ve hate desteser kirin, dema wî hewil dide ku bireve Tirkîyê.

“Semir Bogana ji belavkirina çekên ku ji hêla Tirkîyê ve bo DAIŞ’ê dihatin dayîn, berpirs bû. Ew herwiha ji kiryarên şervanên bîyanî yên DAIŞ’ê li Rojava berpirs bû,” YPG dibêje.

Di daxuyanîyê de herwiha bal tê kişandin ku gelek hurgilîyên derheqa DAIŞ’ê û peywendîyên wê yên dervê ji hêla Semir ve hatin eşkere kirin û pêşdeçûneke girîng di şerê dijî DAIŞ’ê de hate destxistin.

XS
SM
MD
LG