Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP'ê li Semsûr ya Herêma Erdhejê Dawî li Desthilata AKP'ê ya 20 Salan Anî


Bajarê Semsûr ji erdhêjê wêran bûbû (Arşîv)
Bajarê Semsûr ji erdhêjê wêran bûbû (Arşîv)

Serketîyê hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê Partîya Gel ya Komarî (CHP), Bajarvanîya Semsûrê jî bi dest xwe xist.

CHP li Semsûrê, ku wek keleha Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) dihat dîtin, bi berbijarîya Abdurrahman Tutdere bi 49 ji sedê dengan bi ser ket.

Tutdere, ku ji CHP’ê parlamanterê Semsûrê ye, di hevpeyvîna Artı Gerçekê de got ku Semsûrîyan erdhejên 6’ê Sibatê, pîrozbahîyên AKP’ê yên piştî hilbijartinên giştî û ‘’xemsarîya îqtidarê’’ ya li ber Semsûrê ji bîr nekirine.

‘’Piştî eşkerebûna berbijarîya min bi bîragiştî re heyecanek çêbû. Me jî ew heyecan bi kempeyneke baş bir sindoqan. Gelê me bawer kir ku emê bajarvanîyeke zelal û eşkere bikin.’’

Wî dîyar kir ku bi taybetî ciwan û jinan piştgirîyeke mezin dane wî.

Tutdere got ku erdhejên 6’ê Sibatê li Semsûrê xisarên mezin çêkirine û dîyar kir ku ewê bi qasî ji dest wan were kêşeyên jiber erdhejan çêbûne zû çareser bikin.

Berbijarê serketî yê CHP’ê dîyar kir wan jiber bîranîna qurbanîyên erdhejê ti pîrozbahî nekiriye û ew piştî kombûna jiber eşkerebûna encaman bi rêzdarî belav bûne.

AKP’ê di hilbijartinên 2019’an de li Semsûrê 53 ji sedê dengan sitandibû û wê partîyê ji 2004’an vir ve Semsûr bi rêve dibir.

Li gor encamên ne fermî, AKP li Semsûrê 27 ji sedê, Partîya Jinûve Refahê (YRP) 13 ji sedê û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jî 2,66 ji sedê dengan sitandine.

XS
SM
MD
LG