Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Kurdistanê Nexweş Dibin Qûrbanên Nepisporîya Karmendên Tendirûstîyê


Jiber çewtîya karmendan, destê Sena hate jêkirin
Jiber çewtîya karmendan, destê Sena hate jêkirin

Sena zarokeke 3 salî ya ji Akrê ye. Dema ew nexweş dikeve, wê digehînin nexweşxana Akrê, lê birînpêç dema dixwaze, derzi bo Senayê dane ku ji zenda wê serumê bidin wê, peristar (hemşîre) şaşîyek dike û destê Sena bi şêweke metirsîdar reş û şîn dibe.

Dê û bavên Senayê wê digehînin Nexweşxana Tengavîyan ya li Duhokê, lê piştî komîta doktoran rewşa Senayê dibînin, biryarê didin destê wê jêkin da ku nexweşî li bedena wê belav nebe.

Heta niha gelek haletên wiha li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê qewimîne û gelek kes ji sedema şaşî û nepisporî yan jî ne cidîyeta karmendên saxlemîyê, gîyanê xwe ji dest dane.

Bavê Senayê, Hûsam dibêje ku piştî operasyona destbirînê, rewşa Senayê baştir e, lê ewê şikayet li dijî wan kesan bikin ku bûne sedema birîna destê keça wî.

SB_4_17_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:37 0:00

XS
SM
MD
LG