Washington —
Civata Senata Kongresa Amerîkayê îro Şemîyê projeyasayeke demkî pejirand da ku fînansekirina sazîyên dewletê heta 11'ê Berfanbarê bidomîne.
Ev gava Senatê hate standin da ku hikûmet neyê girtin, kêmî sê mehan berî hilbijartinên nîvdemî yên Mijdarê.
Civata Nûneran, ku di destê partîya Komarî de ye, meha borî plana xwe ya fînansekirina demkî pejirandibû.
Divê Civatên Senat û Nûneran heta 30’ê Îlonê li ser biryareke hevbeş li hev bikin da ku Serokê Amerîkî Donald Trump wê îmze bike û bike qanûn.