Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatoya Amerîka bo Ukrayna, Îsraîl û Taywanê Paketa Alîkarîyê Pejirand


Senatoya Amerîka îro Sêşemê bernivîsek erê kir ku tê de wê alîkarîya bi qasî 95 milyar dolar jibo Ukrayna, Îsraîl û Taywan re were qebûlkirin. Ev yek di demekê de tê ku hûn guman derbarê çarnivîsa vê bernivîsê di Civata Nûneran ya Kongresê heye.

Qanûndanerên Senatoya ku di destê Demokratan de ye bernivîsa paketa alîkarîyê bi dengdana 70-29 erê kir. Di Senatoyê de tenê 60 deng pêwîst in heta ku bernivîseke wisa were şandin bo Civata Nûneran ya ku di destê Komarîyan de ye.

Di dengdana Sêşemê de 22 senatorên Komarî tevlî Demokratan bûn jibo erêkirina vê bernivîsê.

Ev bûye çend meh ku Serokê Amerîkî Joe Biden bang li Kongresê de dike da ku alîkarîya nû jibo Ukrayna û hevalbendên Amerîka li herêma Îndo-Pasîfîk bişînin, di nav de jî Taywan.

Piştî êrîşa koma çekdar ya Filîstînî ya 7ê Cotmehê dijî Îsraîlê, Biden herwiha banga şandin alîkarîya diravî bo Îsraîlê û alîkarîya mirovahî bo Filîstînîyên li Gazayê jî xwestiye.

Berî ku ev bernivîs ji alîyê Biden ve were îmzekirin, divê ku ji alîyê herdu civatên Kongresê ve were erêkirin.

Chuck Shummer, Rêberê Piranîya Demokrat li Senatoyê, ragihand ku ew bawer dike bernivîs dê heman piştgirîya herdu partîyan werbigire eger li Civata Nûneran çû ber dendganê.

XS
SM
MD
LG