Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Bernivîsa Budceya Kindemî ya Lêçûnên Federalî Pejirand


Civata Senatoran ya Amerîka bernivîsa qanûna demkî ya lêçûnên federalî pejirand da ku pêşî li daxistina hikûmeta federalî bigire.

Bernivîs ser budceya demkî bi 87 beramber 11 dengan hat pejirandin û li ber e Serokê Amerîka Joe Biden wê îmza bike ku ew yek bibe qanûn.

Karbidestekî Qesra Sipî gotibû ku ger Civata Senatoran bernivîs derbaz bike, Serok Biden amade ye ku qanûnê îmza bike.

Bernivîsa pejirandî budceya bo lêçûnên serekî yên hikûmeta federalî heya 19’ ê Rêbendanê dirêj dike û dihêle ku projeyên girêdayî avasazîya leşkerî, xizmetên bo leşkerên karkenarbûyî, veguhestin, avakirina xanî û wargehan û budceya Wezareta Enerjîyê bê navber bidomin.

Bernivîsa qanûna demkî ya berdewamkirî destûr dide qanûndaneran ku heya piştî betlaneyê ser budceya lêçûnan danûstendinan bikin.

Hejayê bal kişandinê ye ku di projeqanûnê de jibo Îsraîl û Ûkrayna alîkarîyeke nû cîh nagire.

Bernivîsa qanûna ku li benda erêkirina Biden e, roja Sêşemê bi 336 beremberî 95 dengan di Civata Nûneran de hatibû pejirandin.

XS
SM
MD
LG