Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Berî Behnvedana Havînê Desthilata Trump Sînordar Dike


Rûniştineke Civata Senatoran
Rûniştineke Civata Senatoran

Civata Senatoran ya Amerîkî, bê ku ti bernivîsên rêvebirîya Serok Donald Trump erê bike, ket betlaneya havînê.

Civata Senatoran, bo wazîfedarkirina wezîrên nû û qewitandina karbidestên ku Trump jê ne razî ye jî, pêşî li wî birî.

100 endamên Civata Senatoran, bi yekdengî ser ‘’rûniştina pro-forma’’ li hev kir. Betlanaya Civata Senatoran, meha Tebaxê û çend rojên Îlonê ye, lê ger Serok Trump tayîneke nû bike, ewê wek ku vekirî ye, bo dengdanê dicive.

Pisporên sîyaseta Amerîka didin zanîn ku Civata Senatoran, Trump xistîye bin desthilata xwe û bi vî awayî, bê ku Civata Senatoran bipejirîne, ew nikare Wezîrê Dadê Jeff Sessions biguherîne.

Serok Trump, Sessions bi xwe erkdar kiribû, lê bi gotina Trump, jiber ‘’qelsîya wî ya di vekolîna Rûsya’’ de ew bi gotinên giran rexne kiribû.

Senatorên Komarî û Demokrat, bi du bernivîsên din, rê li ber Trump digirin ku ew nikaribe dozgerê taybet yê vekolîna Rûsya Robert Mueller, ji kar dûr bixîne.

XS
SM
MD
LG