Civata Senatoran ya Amerîkî bi 86 beramber 11 dengan bernivîsa alîkarîya leşkerî û ekonomîk ya ji Ukrayna re, bi dengên her du partîyan erê kir.
Alîkarîya nû bi nirxê 40 mîlyar dolar e ku hember dagirkirina Rûsyayê, ji hikûmera Ukraynî re tê şandin.
Dengdana îro sê hefte piştî daxwaza Serokê Amerîkî Joe Biden ya alîkarîya bi nirxê 33 mîlyar dolarî ji alîyê Senatorê Komarê Rand Paul ve hatibû asteng kirin.