Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatoya Amerîka ji Erdogan re Nameyekê Dişîne


Senatoya Amerîka, ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re nameyeke derbarê pevçûna li pêş avahîya balyozxaneya Tirk şand. Di nameyê de parêzvanên Erdogan hatin rexne kirin.

Senato, di nameyê de dîyar kir ku ew jiber tevgerên hin parêzvanên Erdogan ketine fikarên kûr.

Di nameyê de hate nivîsîn ku ‘’erîşa ser protestoya aştîyane, wek zordarîyên hikûmeta we yên li ser komên pêkhate, muxalîfên sîyasî û medya ye ku bi tu awayî nayê qebûl kirin.’’

‘’Di 16’ê Gulana 2017’an de endamên tîma ewlekarîya we bendên polîsan derbas kirin û bi awayekî tund êrîşî komeke ku ji çend kesan pêk hatibû kirin ku ew li derveyî avahîya Balyoz Kılıç bûn. Di êrîşê de bi kêmî ve 9 kes birîndar bûn. Ew ne êrîşa yekê ye. Par jî hin alîgirên we û endamên we yên ewlekarîyê bi awayekî tund bi xwepêşander û xebatkarên medya re pev çûn’’ hat nivîsîn di nameyê de.

Di nameyê de bi berdewamî de hat nivîsin ku êrîşa parêzvanên Erdogan, binpêkirina parastina azadîya medya û mafê civînê yê gelê Amerîkî ye.

‘’Ew binpêkirina kirêt ya tîma we ya li axa Amerîka li azadîyan heqaretek e û bandoreke wê ya xerab li ser hikûmeta wê heye. Ew demeke dirêj e em piştgirîya endambûna Tirkîyê ya jibo NATO dikin û em dixwazin di şertên baştir de bi vê hevalbenda Amerîka re hevkarîyê xwe bidomînin.’’

Di nameyê de herwiha ji Erdogan hat xwestin ku ew bepirsên êrîşa ser xwepêşandana aştîyane bibîne û cezayê bide wan.

Name bi îmzayên senatorê payabilind yê Demokrat Dianne Feinstein û berbijerê seroktîyê yê kevn yê Demokrat John McCain hat şandin.

XS
SM
MD
LG