Civata Senatoran ya Amerîkas ser îtîraza Komarîyan ya hember encamên hilbijartina eyaleta Arizona dengdanê kir û bi 93 beramber 6 dengan ew yek red kir.
Bi wê biryarê dengên nûnerên Arizona yên di Desteya Hilbijeran de wek xwe dimîne û ew deng jibo berbijarê Demokrat Biden tên tomar kirin.
Eylaeta Arizona di Desteya Hilbijeran de xwedîyê 11 dengan e û ew hemî dengên xwe dabûn Biden.