Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran di Dengdana Pêşî de Bernivîsa Ser Qutkirina Alîkarîya bo Saudîyan Pejirand


Li Yemenê kuştîyên êrîşeke esmanî ya Erebîstana Saudî
Li Yemenê kuştîyên êrîşeke esmanî ya Erebîstana Saudî

Bernivîsa ku ser qutkirina alîkarîya bo koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî ya li Yemenê şer dike hatiye hazir kirin, di dengdana pêşî ya li Civata Senatoran de hat pejirandin.

Di dengdana pêşî de, xêncî Demokratan hin Komarîyan jî piştgirî da bernivîsê. Bernivîs, di dengdana pêşî de dijî 37 deng bi 63 deng hat pejirandin. 14 Komarî bo pejirandina bernivîsê dengên xwe dan.

Washington, piştgirîya çekan û îstixbarata leşkerî dide Erebîstana Saudî. Piştî kuştina Cemal Xaşiqcî, li Civata Senatoran bertekên dijî piştgirîya bo Erebîstana Saudî zêde bûn.

Bernivîsa ku li ber e ku hefteyeke din dengdana wê çêbê, ji alîyê senatorên Demokrat, Mike Lee, Chris Murphy û Bernie Sander ve hat hazir kirin.

Li gor bernivîsê, Amerîka dê di 30 roj de piştgirîya bo şerê li Yemenê bi dawî bike. Di bernivîsê de operasyonên dijî El Qaydê cîh nagirin.

Şerê navxweyî yê Yemenê ji 2014’an vir ve didome. Daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar dikin ku di cengê de heta niha pirtirê 28,000 kes hatine kuştin û ji van bi qasî 10,000 sîvîl di êrîşên bombeyî de jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG