Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran bo Vekirina Hikûmetê Îro Dengdanê Ser Du Pêşnîyaran Dike


Civata Senatoran ya Amerîkî ku Komarî tê de piranî ne, jibo vekirina hikûmeta federalî îro dengdanê ser du pêşnîyaran dike.

Ji wan pêşnîyaran yek ji alîyê Komarîyan ve, ya dij j hate amade kirin û ne çaverê ye ku ew pêşnîyar 60 dengên pêdivî wergirinû werin pejirandin.

Hin beşên hikûmeta federal ya Amerîkî ji 34 rojan vir ve daxistî ye, jiber ku Serok Donald Trump bo avakirina dîwarê ser sînorê Meksîko daxwaza 5.7 mîlyar dolaran kiribû.

Demokrat red dikin ku avakirina dîwar bi daxistina hikûmetê ve were girêdan û Komarîyan bi dîlgirtina hikûmetê û 800 hezar karmendên dewletê tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG