Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorên Amerîkî Bang li Biden Dikin ku li Îraqê Berevanîya Berjewendîya Amerîka Bike


Bob Menendez
Bob Menendez

Senatorên Amerîkî bi nameyekê bang li rêvebirîya Serok Joe Biden kirin ku li ew li Îraqê berevanîya berjewendîyên Washingtonê bike.

Serokê Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran Bob Menendez û Jim Risch bi nameyekê fikarên xwe yên ser Îraqê gotin.

Di nameyê de, ku bo Wezîrê Derve Antony Blinken hatiye nivîsîn, tê gotin ku nelihevkirina Herêma Kurdistana Îraqê û hikûmeta Îraqê bandoreke neyênî çêdike û ew lihevnekirina ser qanûna bingehin zararê dide.

Senator didin zanîn ku ew nelihevkirin fikaran çêdikin û dikin ku kompanîyên bîyan berê xwe nedin Îraqê.

Wan senatoran bang li rêvebirîya Biden kirin ku bo parastina îstiqrara aborîyê bi hikûmeta Îraqê re û Herêma Kurdistana Îraqê re peywendîyên xwe rake asteke bilindtir.

Senatoran bal kişandin ser êrîşên Îran û hêzên girêdayî wê û dîyar kirin ku Tehran may li karên navxweyî yên Bexda dike.

Li gor nameya senatoran, Amerîka bo Îraq ji Îranê enerjîyê nestîne pirtir ji 300,000,000 dolar daye kompanîyên enerjîyê yên li Herêma Kurdistana Îraqê.

Ew senator dîyar dikin ku êrîşên Îranê yên dijî binesazîyê enerjîyê zararê didin geşbûna aborîya Îraqê û bo kompanîyên herêmê jî fikaran çêdike.

XS
SM
MD
LG