Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran li Benda Gera Duyê ya Hilbijartinên Eyaleta Georgia Ye


Komarî dê li gor encamên ne fermî yên hilbijartinên 3’yê Mijdarê herî kêm bi 50 endaman di dewra nû ya Civata Senatoran kevin.

Senatorê Komarî Dan Sullivan roja Çarşemê li Alaska careke din bi ser ket û Komarîyan bi wî re herî kêm 50 kursîyên Civata Senatoran bi dest xistin.

Li Civata Senatoran 100 kursî hene û hilbijartinên 3’yê Mijdarê bo 35 kursîyan li dar ketibû.

Encamên dawî yên bo endamên Civata Senatoran dê piştî gera duyê ya hilbijartinan ya li eyaleta Georgia dîyar bibin.

Jiber ku senatorên Komarî yên li ser kar David Perdue û Kelly Loeffler di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de piranîya dengan bi dest nexistine, dê li Georgia gera duyê hilbijartinên çêbe.

Di dewra borî de li Civata Senatoran 47 kursî di destê Demokratan da bûn û wan bi hilbijartinên 3’yê Mijdarê re, bi hindakirina kursîyekê û bi qezenckirina du kursîyan, hejmara kursîyên xwe kir 48.

Ger Komarî li Georgia kursîyek yan du kursîyan bi dest xin ew dê piranîya xwe ya li Civata Senatoran bidomînin.

Lê, ger di hilbijartinên li Georgia de, berbijarên Demokrat bi ser kevin, ewê Civata Senatoran bi 50 Komarî û 50 Demokratan dest bi dewra nû bike.

Li Civata Senatoran, di dengdana bernivîsan de, gava li hember 50 dengan 50 derdikevin, dengê cîgirê serok encamê dîyar dike.

XS
SM
MD
LG